NûçeRojhilatanavinYemen

Hêviya taxima Ensarullahê li gotûbêjên aştiya Yemenê

Serokê taxima Ensarullaha Yemenê got: Eger niyeta aliyên gotûbêjên Yemenê rast be, bidestxistina lihevkirinê pêkan e.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara islamî nasyar bi IRNA`yê, serokê taxima Ensarullaha Yemenê li gotûbêjên aştiya vî welatî, Mihemed Evdilselam roja şemiyê, 28`ê Gulana 2016`an, tevî sistzanîna gotûbêjên aştiya Yemenê li Kuwêytê her viha got: Gotûbêj hema wisa li nuxteya sifir in.

Evdilselam tevî pêgiriya li ser viya ku emîrê Kuwêytê bi hikmet û hişmendî li warê wêdadayîna qelaşên heyî ji bo girtina pêşiya rijandina zêdetir a gelê Yemenê xebitiye, xwest ku wêdadayîna dijwariyên xelêkê Yemenêî were lezandin û got ku rewşa mirovî ya Yemenê gelek diltezîn e û abora vî welatî ji hev hilweşiyaye û DAIŞ û El-Qaide li gelek deverên welêt bi desthilat bûne,.

Serokê taxima Ensarullaha Yemenê gotegota hebûna rojnamevanên zindanî yan zindaniyên siyasî li ba Ensarullahê derewand û amadetiya xwe ji bo danûstandina hîsîran berî meha rojîtiyê bi mercê kiryara beranber ragihand.

Evdilselêm li bara danîna çekan jî got: Demekê çek bo dewleta qanûnî tên raberkirin ku dewleta qanûnî ya Yemenê hebûna xwe ragihîne.

Serokê taxima Ensarullaha Yemenê destnîşan kir: Ensarullah li dijî parvekirina Yemenê ye û yekîtî û aramiya welêt wk bijareyek pêwsît ji bo bidestxistina dadwerane û giştalî ku bkare gişt pirsgirêkên Yemenê çareser bike, dizane. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu