ÎranNûçe

Hilkolandina hûrgilîyên herî dawîyê yên rapora rêketinama navokî li komîteya navokî ya meclisa Îranê

Endamê komsyona ewlehîya netewî û sîyaseta derve ya meclisa şêwra islamî ya Îranê ragihand ku hûrgilîyên herî dawîyê yên rapora rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê li komîteya navokî ya meclisa Îranê hatin hilkolandin.

Murteza Sefarîyê Netenzî endamê komsyona ewlehîya netewî û sîyaseta derve ya meclisa şêwra islamî ya Îranê îro li bara hilkolandina rapora herî dawîyê ya têkildarî rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê got: Îran li beşên enerjî, tranzît, bank û sîgortê di bin zext û zorê da bû lê, li gorî rapora herî dawîyê ya têkildarî rêkeitnama navokî astengîyên li her sê waran hatine rakirinê.

Sefarîyê Netenzî bal kişand ser hilkolandina çaremîn rapora Wezareta Karên Derve ya Îranê têkildarî rêketinama navokî li komîteya navokî ya meclisa şêwra islamî ya Îranê û got: Çaremîn rapora wezareta karên derve li bara çawanîya pêşketin û cihanîna rêketinama navokî vê dawîyê raberî meclisa şêwra islamî ya Îranê hatîye kirinê.

Endamê komsyona ewlehîya netewî û sîyaseta derve ya meclisa şêwra islamî ya Îranêbi gotina vîya ku rapora herî dawîyê ya rêketinama navokî bi amadebûna Seyîd Ebas Iraqçî serokê navenda şopandina rêketinama navokî hat hilkolandinê û got: Iraqçî ravekirinên berfire li bara çawanîya cihannîa rêketinama navokî di yek sala vê dawîyê da raber kirin.

Îranê û Koma 5+1`ê ( Ingilîs, Fransa, Rûsîya, Çîn, Amerîka û Almanîyayê) di 14`ê Tîrmeha sala 2015`ê da rêketinameyek li bara bernama navokî ya Têhranê wajo kirin. Cihanîna vê rêketinamê di 16`ê Çileya sala 2016`an da destpê bû (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu