NûçeRojhilatanavinSûriye

Esad: DYA xwest ku moralê terorîstên ku piştevaniya wan dike, xweş bike

Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad, diyar kir ku DYA bi lêdana baregeha Şayratê armanc dikir ku moralê terorîstên ku piştevaniya wan dikir xweş bike lê bi ser neket.

Li gorî agahiyên ajansa fermî a Sûriyeyê SANAyê, Esad diyar kiriye ku DYA bi êrişa balefirgeha Şayrat a nêzî bajarê Himsê Amaje dikir ku kêyfa terorîstan bîne lê negihaşt meqseda xwe.

Herwiha Esad van tiştana di axaftina xwe ya telefonê a bi Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî re gotiye.

Ji aliyê din ve Rûhanî jî di axaftina xwe de yeka DYAyê wekî êrişkarî bi nav kiriye û diyar kiriye ku DYA bi vê êrişê desthilatdariya Sûriye û hiqûqa navnetewî bin pê kiriye. Herwiha Rûhanî amaje kiriye ku Îran di têkoşîna li dijî terorê de wê hevkariya Sûriyeyê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu