ÎranNûçeRojhilatanavin

Fermandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî diyar kir ku bêminetî (nehewcedarî) û aboriya berxwedanê ji hegerên sereke yên serketin û geşatiya Îranê ne

Serdar serleşkir Muhemedelî  Ceferî, fermandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê roja duşemiyê li mersima destpêka sûdwergirtina ji  trena  Meşhedê( li bakurê rojhilata Îran) got : Baweriya  li nizamê, berpirsiyariya inqilabî,  baweriya bi inqilabê û hewldana  jibo nîşandayîna  kêrhatîbûna  nizama Îslamî ji hokarên din ên geşatiya Îranê ne.

Serdar serleşkir Ceferî got : Gelê Îranê tim bi beşdariya li warên curbicur ên mîna  hilbijartinê, roleke giring  li geşatiya Komara Îslamî ya Îranê hebûye.

Serdar serleşkir Muhemedelî Ceferî, fermandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Hevdengî, rawêjkarî û hevdiliya navbera saziyên kargêr ji hokarên din ên serketina  cihanîna plan û projan  li Îranê ne.

Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, siyasetên  aboriya berxwedanê bi armanca  geşedana aborî û  qahîmbûna  aboriya Îranê li hember mudaxilên  biyanî ji dewletê re ragihandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu