AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Îran: Çend heftiyên din derbarê peymana atomî de emê biryara xwe bidin

Cîgirê wezîrê derve yê Îranê Ebas Iraqçî, li gel bi giringî pesnên rûniştina komîsyona hevbeş a atomî ya li Viyanayê da ragehand, Îran heta çend heftiyên din dê vê derbarê de biryara xwe ya zelal bide.

Piştî civîna welatên beşdarê rêkeftina atomî ya Îranê û serokê saziya wûzeya atomî Yukiya Amano jî beşdar bû û ew civîn yekem car bê Amerîkayê pêkhat û cîgirê wezîrê derve yê Îranê Ebas Iraqçî ragehand: ‘’Ev danûstan û guftûgo heta demeke din dê hemû astanda berdewam be û piştre Îran dê biryara xwe ya dawî bide.’’

Herwaha diyar kir, li berçav girtina sozên welatên Ewropa ya bicîh anîna daxwazên Îranê û baweriya parastina rêkeftina atomî zêdetir bûye.

Başa dön tuşu