NûçeCîhanÎranRojhilatanavin

Muhafizên Şoreşê hişyarî da Biden

Artêşa Pasdarên Înqilaba Îslamî li ser Twitterê li bara axiftina zêde ya serokomarê Amerîkayê li bara êrişa eskerî ya muhtemel a li ser navendên navokî yên Îranê wek çareya dawî hişyarî da.

Serokê Amerîkayê Joe Biden ku vê hefteyê ber bi herêmên Filistînê yên dagîrbûyî ve çû, îdiayên derewîn ên rayedarên Amerîkî yên derbarê xebata aştiyane ya navokî ya Îranê dubare kir. Biden her wiha behsa îhtîmala êrişa leşkerî bo ser navendên navokî yên Îranê kir, di çarçoveya xapandinên serokên Rêjîma Siyonîst de.

Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê duh di peyamekê de ku li ser Twitterê hat parvekirin, li hember gotinên Serokê Amerîkayê Biden, hişyarî da ku sebra Komara Îslamî ya Îranê heta hetayê li hember hewldanên rojava û helwestên siyasî yên IAEA namîne.

Arteşa Muhafizên Şoreşê di pêngaveke fikirî de, di peyama navborî de heştega “bergir-nokî#” bi kar anî.

Başa dön tuşu