ÎranNûçeRojhilatanavin

Fermanderê Giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê gefên dijminan pûç û vala dan wesifandin

.Fermanderê Giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, Emîr Serleşker Seyid Ebdulrehîm Mûsewî Îniyê bi şev li hevpeyivîna bi IRNAyê ra, tevî amajeya bi komployên dijminan jibo derbelêdana li Înqilaba Îslamî her wiha got: Di heyama çil salên bihurî da komployên dijminan nebûne sebeb ku gelê Îranê dest ji ramanên xwe bikişîne.

Fermanderê Giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê gopt: Pergala serdestîxwaz çil salan li dijî Înqilaba îslamî ya Îranê her cûre komployek pêk anî, lê Komara Îslamî cejna çil saletiya xwe dê bi coşeka herî pirtir li dar xîne.

Serleşker Mûsewî her wiha got: Xelqê Îranê di meşa girseyî ya 11ê Sibatê da (22ê meha Behmenê) dê careka din li ser Berxwedana xwe li hemberî pergala serdestîxwaz û berevaniya ji ramanên Înqilaba Îslamî pêgiriyê bike.

Fermanderê Giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê her wiha tevî amajeya bi hêza Îranê ya berevaniyê, got: Peyama hêzên çekdar ên Îranê bo hemî welatên dost ev e ku bila ti tirsa wan ji gefên dijminan tunebe.

Başa dön tuşu