NûçeRojhilatanavinSûriye

Feysel Miqdad: Dagirkerîya Tirkîyê berovajî armancên civîna Astanê ye

Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûrîyê bal kişand ser vîya ku Cebhetunusre û DAIŞ cureke nû ya koledarî û talankirinê ne bi bîr xist ku gelê Sûrîyê rê nade koledar armancên xwe li vî welatî pêk bînin.

Li gorî rapora SANA NEWS`ê, Feysel Miqdad alîkarê wezîrê karên derve yê Sûrîyê li merasimekê li balyozxana Cezayirê li Şamê got ku gel pêşerojê ji bo avakirina rastîyekê pêk tîne, rastîya ku işkesta têrorîsmê pêkan dike.

Miqdad careka din li ser piştgirîya Sûrîyê ji yekperçetîya axa Iraqê û sekinîna li hemberî hewldanên ji bo perçekirina vî welatî sekinî û bi bîr xist ku Iraq û Sûrîyê ne yên perçekirinê ne û her cure plana ji bo serdestîya bîyanîyan li van welatana û perçekirina wan yê tûşî işkestê bibe.

Başa dön tuşu