Feysel Miqdad: Emerîka piştgiriyê dide DAIŞ`eka nû bi navê HSD li Sûriyê
Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê ragahnd ku Emerîka ji komeke terorîstî ya nû bi navê Hêêzn Demokratîka Sûriyê, HSD piştgiriyê dike û diyar kir ku her kes li dijî dewleta qanûnî ya vî welatî çekan rake, treorîst e.
Feysel Miqdad, alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê li gotûbêja tev kanala El-Alamê, diyar kir: Hêzên Demokratîke Sûriyê, HSD,li xizmeta Emerîkayê û li dijî gel û dewleta Sûriyê li bakurê rojhilata vî welatî fitneyê dikin.
Feysel Miqdad her wiha diyar kir: Ev hêz divê dev ji helwêstên xwe berdin da ku bibin beşa cidanebûyî ji Sûriyê neku dê çarenivîsa wan jî hema çarenivîsa DAIŞê, bereya El-Nusre û komên terorîstî be.
Alîakrê wezîrê karên derve yê Sûriyê li beşeke din ji gotinên xwe li bara destdirêjiya Îsraîlê ser Sûriyê got ku Rejîma Siyonîstî dê bi zûtirkê tawana destdirêjiya xwe ser Sûriyê bide. (BANGÊ ÎSLÂMİ)