NûçeRojhilatanavinSûriye

Feysel Miqdad: “Plana nû ya Emerîkayê li Sûriyê dê tûşî işkestê bê

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Faysal Miqdad roja duşemiyê teqez kir ku plana nû ya Emerîkayê ji bo avakirina hêza eskerî ya 30 hezar kesî li bakurê Sûriyê dê mîna planên din ên emerîkî tûşî işkestê bê.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Faysal Miqdad li hevpeyvîna digel ajansa nûçan  a Sputnikê hebûna leşkerî ya Tirkiye û Amerîkayê li Sûriyê wek dagirkerî binav kir.

Miqdad diyar kir ku ti bihaneya vê dagirkeriyê tine û em ji Tirkiyê daxwaz dikin ku hêzên xwe ji axa me vekişîne û tevlî karên me yên navxweyî nebe.

Miqdad derbarê baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriyê de jî axivî û got: “Hebûna baregehên leîkerî yên ti welatî bê destûra hikûmeta Sûriyê nayê qebûlkirin. Ev yek êrişkarî û dagirkerî ye. Em ê di pêşerojê de li gorî vê yekê gavên xwe biavêjin û serederîyê bikin.”

Wezareta Karên Derve ya Sûriyê jî îro derbarê hêza girêdayîyê HSD`ê ya ku Hevpeymanîya Navdweletî ya Dijî DAIŞ`ê ava dike de daxuyaniyek da û ew wek êrîşkariyeke berbiçav bi nav kir.

Ajansa Nûçeyan a fermî ya Sûriyê, SANA`yê ragihand ku rayedarekî fermî ji Wezareta Derve ya Sûriyeyê diyar kir ku “daxûyanîya Amerîkayê têkildarî milîtanên li bakurê rojhilatê welêt şermezar dikin ku ew tişt êrîşkariyeke berbiçav li ser serwerî û yekîtiya axa Sûriyê, herwiha binpêkirina qanûnên navdewletî ye.”

Li dewama daxûyanîya Wezareta Karên Derve ya Sûrîyê de hatîye: ” Karê ku Amerîkayê kiriye di çarçoveya siyaseta wê ya wêranker ya li Rojhilata Navînê de ye ku dixwaze welatên wê berde canê hev û rageşiyê zêde bike da ku rê li ber çareseriya qeyranan bigire.”

Herwiha çavkaniyê diyar kir ku Sûriye bangî raya giştî dike ku vê pêngava Amerîkayê şermezar bike da ku van kiryarên xwe bisekinîne.

Başa dön tuşu