CîhanNûçe

Fidel Castro kiye?

Serokê efsaneyî yê Kubayê Fidel Castro di 90 saliya xwe de koça dawî kir.

Fidel Castro di 13ê Tebaxa 1926an de li Mayariyê hate dinê. Bavê wî yê ispanyolî xwedî erd bû û tevlî Castro bavê 5 zarokan bû.

Castro dibistan li Santiagoyê di dibistana Katolik û li Havanayê li lîseya Cîzvît de berdewam kir û di sala 1950î yî de Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Havanayê qedand. Piştî dibistan qedand ji bo demekê parêzerî kir û di hilbijartinên sala 1952ê yê de ji bo Meclîsa Nûneran ji Partiya Gel a Kubayê bû namzet û ket nav siyasetê.

Castro di 26ê Tîrmeha 1953ê yan de ji bo xistina diktatorê Kubayê Fulgencio Batista bi 100 hevalên xwe re êrîş bir ser Qişleya Moncada ya Santiagoyê. Hewldana Castro û hevalên wî biser neket û hate girtin û 16 sal cezayê girtîgehê stand. Castro di Girava Juventudê de 21 mehan girtî ma, piştî wê efû derket û serbest hat berdan.

Fidel Castro di sala 1955ê de rêxistineke nû ya bi navê Tevgera 26 Tîrmehê ava kir û dest bi şerê gerîla kir. Di şerê gerîla de birayê wî û serokdewletê niha yê Kubayê Raul Castro û şoreşgerê Marksîst ê arjantînî Ernesco Che Guevara jî li gel wî bûn.

Batista piştevaniya xwe ya siyasî winda kir û di di 31ê Berfenbara 1958an de reviya Komara Domînîkê. Castro li ser vê rewşê ji Çiyayê Maestrayê daket ku şerê gerîla li vir dimeşand. Castro di navbera salên 1959an û 1976an de erka serokwezaretiyê û di navbera salên 1976 û 2008an de jî ya serokdewletiyê meşand.

Yek ji karên rêvebiriya Castro reforma erd a radîkal bû. Destpêkir ku şekir ê yek ji madeyên girîng ên aboriya Kubayê bifiroşe Yekîtiya Sovyetan. Li ser van pêşveçûnan navbera DYAyê û Kubayê vebû û rêveberiya Washingtonê ambargoya ekonomiyê danî ser Kubayê.

Kubayiyên ku piştî şoreşa Kubayê reviyan DYAyê û ji rêveberiya serokê demê John F. Kennedy piştgiriya çek û madî standin û di Nîsana 1961ê de hewldana derbeya Kendava Berazan pêk anîn, lê biser neketin. Piştî hewldana derbeyê Castro belavokek belav kir ku navê wê Belavoka Havanayê bû û cara pêşîn aşkere kir ku Kuba wê polîtîkayên sosyalîst bişopîne.

Castro heta 1968an di ya polîtîkaya derve de serbixwe tevgeriya lê piştî wî berê xwe da Yekîtiya Sovyetan. Herwiha piştgiriya şoreşên Amerîkaya Başûr û Amerîkaya Navîn û Afrîkayê kir. Di heman demê de bû yek ji serokên Tevgera Negirêdayî.

Fidel Castro di 31ê Tîrmeha 2006an de ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê erka xwe ji bo demekê da birayê xwe û alîkarê xwe Raul Castro. Di 19ê Sibata 2008an de daxuyaniyek da û aşkere kir ku dest ji wezîfeya Serokatiya Desteya Dewletê ya ji 1976an de dimeşîne berdide.

Castro di cîhanê de 3yemîn serokê ku herî zêde li ser desthilatiyê maye û piştî ku dest ji erkê berda bi navê ‘Fikrên Rêheval Fidel’ gotar nivîsand û bûyerên girîng ên di rojevê de şîrove kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu