CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Financial Times: Azadkirina gemîya Îranî li Cebel ul tariqê serketinek jibo Îranê ye

Belavoka ingilîsî ya Financial Times`ê azadkirina gemîya nifthilgir a îranî li devera Cebel ul Tariqê serketinek jibo Îranê zanî.

Belavoka ingilîsî ya Financial Times`ê herwiha nivîsî: Gemîya nifthilgir a îranî piştî ku 6 hefteya ji hêla Hêzên Taybet ên Ingilîsê va, bi dû rawêjkarîyên berfire di navbera Têhran û Londonê de hat azadkirinê û morala serketina Îranê xurt kir.

Belavoka Financial Times`ê amajeyî rapora televîzyona Îranê ya derbarê azadkirina gemîya nifthilgir a îranî kir û nivîsî ku di wê raporê de azadkirina wê gemîya nifthilgir wek serketina Komara Islamî ya Îranê û işkesta Amerîkayê hatîye zanînê.

Dadgeha Bilind a Cebel ul Tariqê Pêncşema hefteya buhurî tevî daxwaza dewleta Amrîkayê jibo ku gemîya nifthilgir a Îranê azad neke û heta ser xêra Waşîngtonê zevt bike, hikmê azadkirina wê gemîyê da.

Vê biryara Dadgeha Bilind a Cebel ul Tariqê işkestek din di karnama Ingilîsê da tomar kir û hevgav bû sedema bêebûrbûna Amerîkayê, çinku piştî belavbûna daxwaza Amerîkayê ya ji wê dadgehê li mêdyayan, dewleta Donald Trump li piratîkê li cem raya giştî piçûk û serşur bû.

Başa dön tuşu