ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Firokeya bêfirokevan a sîxoriyê ya Erebistanê li Senayê hat jordaxistin

Pedafenda hewayî ya Artêş ûKomîteyên gelanî yên Yemenê Sêşemiyê bi şev firokeyeke bêfirokevan a sîxoriyê ya Rêjîma Siûdî li başûrê bajarê Senaya paytexta Yemenê anî xwarê.

Li gorî rapora IRIB Nerwsê, Çavkaniyên yemenî yên nûçeyan ragihandin ku ev firokeya bêpîlot a jordaxistî ji cûreya MQ-1 Predator a çêkirî li Amerîkayê bûye.

Artêş  ûKomîteyên gelanî yên Yemenê ji dema destpêbûna êrîşa hevpeymaniya Siûdî li ser Yemenê heta niha bi dehan firokeyên bêfirokevan ên sîxoriyê yên Erebistanê û hevpeymanên wî welatî anîne xwarê.

Hêzên Artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê hema bêje her rojê kûrahiya axa Erebistanê bi mûşekên xwe yên Balistîk didin ber êrîşê ku ev kiryar wek berteka li hemberî destdirêjiya Hevpeymaniya Siûdî li ser Yemenê û êrîşa ser welatiyên sivîl ên vî welatî pêk tê.

Hêza berevaniyê ya artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê tevî dorpêçbûna giştalî ya vî welatî ji aliyê Rêjîma Siûdî va roj bi rojê li halê zêdebûnê ye.

Serleşker Elî El Mûşekî Alîkarê serokê Erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Yemenê vê dawiyê ragihand ku hêzên yemenî soz dane ku tu destdirêjkerek zindî ji Yemenê dernekeve.

Başa dön tuşu