AsyaMafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

Firokeyên şêrr ên Tirkiyê 5 welatiyên sivîl ên sûrî kuştin

Li pey êrîşên roja îniyê ya firokeyên şêrr ên artêşa Tirkiyê li ser bajarê El Babê û bajarkê Bezaeyê li dorhêla bakurê rojhilata Heleba Sûriyê pênc welatiyên sûrî hatin kuştin û 43 kes jî birîndar bûn.

Li gorî rapora Tasnim News`ê, erkantiya fermandetiya artêşa Tirkiyê roja duşemiay buhurî qala destpêbûna opêrasiyona hewayiya artêşa vî welatî li ser bajarê El Babê li çarçoiva dewama opêrasiyona “Mertala Firatê“ kir.

Tirkiyê roja 24`ê Tebaxa 2016`an destwerdana xwe ya leşkerî li nav axa Sûriyê bi navê opêrasiyona “Mertala Firatê“ dest pê kir.

Erdoxanê serokomarê Tirkiyê îdia dike ku opêrasiyona Mertala Firatê bi armanca rakirina gefên têrorîstî ji ser Tirkiyê û di serê wê da DAIŞ`ê û alîkariya hevpeymaniya navneteweyî pêk tê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu