FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Em bûyera xwînbar a Gazayê şermezar dikin

Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê wek berteka li hember bûyera roja îniyê ya  zîvala Gazayê di twîtera xwe de nivîsî: Li berêvara  Eyda pakê ku bîranîna  rizgariya  hezretê Mûsa û xelkê wî ji bin ilm û zordariyê ye, siyonîstên zalim ên nerazî yên aşitîxwaz ên filistînî ku erdê wan hatiye talankirin, dema  ku ji bo rizgarbûna  ji rewşa bêrehmane û dîlgirtina nijadperesaten ya neînsanî dest bi meşê kirin, em vê yekê şermezar dikin.

Meşa filîstîniyan rastî destwerdana çekdarî ya leşkerên Îsraîlê hat  ku 15 filistîniyên ku piraniya wan  bin 16salan bûn, canê xwe ji des dan û bi qasî 15 00 kes jî birîndar bûn.

Wezareta tendirustiyê ya Filistînê li zîvala  Gazayê ji saziyên  gîhandina alîkariyê xwest ku bila jibo nexweşxaneyên  navçê derman û kelûmelên  tendurustî û pizîşkiyê bişînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu