ÎranNûçeRojhilatanavin

Hejmara balefirên cengê yên Îranê zêde bû

Esxer Fexriye Kaşan alîkarê wezîrê çêkirina rê û avedankirinê yê Îranê li karûbarên navneteweyî duh çarşemiyê li hevdîtina  Kay Moykaynen wezîrê ticareta derve ya Fenlandê û taxima bi wî re li Têhranê bal kişand ser muzakirên Îranê tev Airbasê û Bûyîngê û şîrketên din ên  balefiran jibo kirîna  balefiran û got: Heya 8 salên tê nêzîkî 500 balefir dê li hêza hewayî ya Îranê werin zêdekirin.

Fexriye Kaşan derfetên  xebitandina sermayê li Îranê bo taxima Fenlandê da nasandin û got : Ev derfeta jibo Fenland û welatên ewrûpî yên din heye ku  tevlî danûstandinên  hewayî yên Îranê bibin.

Wezîrê rê û avedankirinê yê Îranê tekez kir: Fenlandî dixwezin ku Îran rêhesina xwe bighîne Rûsiyê û ji Rûsiyê bighîne  Fenlandê.

Komara Îslamî ya Îranê û Fenland îro çar belgên  hevkariyê li warêna borî, enerjî, teknîkî û xebitandina  sermayê wajo kirin.

Saolî Nînîsto seriokkomarê Fenlandê duh sêşemiyê bi taximeke  pilebilind a siyasî û aborî gihêşte Têhranê.

Armancên  sefera Saolî Nînîsto ya Têhranê ku ser deweta fermî ya serokê Komara Îslamî ya Îranê cih hatiye muzakirên dualî û berfirehkirina asta  danûstandinên  aborî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu