IraqNûçeRojhilatanavin

Pêgirîya Ebadî û Sedir li ser pişkdarîya hemî kom û alîyan li pêkanîna dewleta nû ya Iraqê

Serokwezîrê Iraqê û serokê Koma Sedir pêgirî li ser bikaranîna şîyana hemî kom û alîyan li pêkanîna delweta pêşerojê ya vî welatî kirin.

Li gorî rapora Kanala Somerye News`ê, li gorî daxûyanîya ku nivîsgeha serokwezîrtîya Iraqê îro weşand, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li hevdîtina digel Muqteda Sedir serokê Koma Sedir, tevî ku lidarxistina hilbijartinan di dema kivşkirî de li gelê welatê xwe pîroz kir, qedrê hêzên ewlehîyê di warê parastina dengderan û bêalîtîyê di demajoya lidarxistina hilbijartinan de girt.

Ebadî ku serokatîya Hevalbendîya Nesrê dike, hemî kom û alî ji bo qebûlkirina encamên hilbijartinan û qonaxên destûrî vexwendin û xwest ku Komsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan gilînamên hin berbijaran bişopîne û hilkolîne.

Serokwezîrê Iraqê bal kişand ser vê yekê ku yek ji armancên hevdîtina digel Sedir, rawêjkarîya ji bo lezandina demajoya pêkanîna dewleta bê ya Iraqê ye, dîyar kir ku dewleta tê ya Iraqê dê dewleteke xurt be ku bilî raberkirina xizmetan, yê derfetên karkirinê pêk bîne û asta jîyana gel jorda bibe.

Muqteda Sedir jî ku serokatîya Hevalbendîya Saêrûnê dikir û vê hevalbendîyê pê bidestxistina 54 kursîyên parlimanê l irêza yekem cî girtîye, li vê hevdîtinê got ku rawêjkarîya digel Ebadî hilgirê vê peyamê bû ku dewleta bê ya Iraqê, dê parêzvanê mafên hemî gelên Iraqê be.

Hilbijartina parlimanî ya Iraqê bi pişkdarîya 27 hevpeymaniyên hilbijartinê û 205 partî û tevgerên siyasî di roja 12`ê Gulana 2018`an da hat lidarxistin.

Ji nava 6999 berendaman, 329 kesan karîn bigihêjin parlimanê.

Başa dön tuşu