IraqNûçeRojhilatanavin

Fuad Meisûm: Serketina tam li hemberî DAIŞ`ê nêzîk e

Serokomarê Iraqê li seredana xwe ya Polonyayê pêgirî kir ku serketina teqil li hemberî DAIŞ`ê nêzîk e.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, nivîsgeha ragihandinê ya Fuad Meisûm serokomarê Iraqê ragihand ku serokomarê vî welatî li seredana xwe ya Polonyayê li ser girîngîya berfirekirina peywendîyên Iraq û Polonyayê di hemî waran de pêgirî kir. Li dewama vê daxûyanîyê hatîye ku her du alîyan li vê hevdîtinê dosyeyên bingehîn têkildarî peywendîyên dualî hilkolandin.

Fuad Meisûm li civîna rojnamevanîyê ya hevpar digel hevtûşê xwe yê polonyayî bal kişand ser lihevkirina her du alîyan têkildarî berfirekirina peywendîyên dualî nemaze yên ewlehî û leşekrîyê û berfirekirina pişkdarî û hevkarîya Polonyayê li pêvajoya ji nû ve avakirina Iraqê.

Serokomarê Iraqê herwiha li ser pêşwazîya Iraqê ji sûdwergirtina ji ezmûn û sermayeguzarîyên Polonyayê û raberkirina hemî garantî û hêsankarîyan bi merema kişandina bala sermayeguzarên polonyayî sekinî.

Serokomarê Polonyayê jî li ser girîngîya vejyandina rêketinamên dualî di navbera Iraq û Polnyayê de û jordabirina asta danûistandinên ticarî heta asta herî jorîn di pêşerojê de û herwiha piştgirîya Polonyayê ji Iraqê û berfirekirina hevkarîya di hemî waran de sekinî.

Fuad Meisûm roja yekşemê digel desteyeke pilebilind giheşte Polonyayê.

Başa dön tuşu