IraqNûçeRojhilatanavin

Fuad Mesûm: Bila hêzên Tirkiyê ji Iraqê derkevin

Serokkomarê Iraqê got: Em mayîna hêzên Tirkiyê li axa Iarqê bêyî destûra dewleta Bexdayê şermezar dikin.

Serokkomarê Iraqê tekez kir ku hemî hêzên eskerî yên welatên din li Iraqê xêncî Tirkiyê ser îzna  dewleta  vî welatî hatine axa Iraqê û got ku em bicihbûna hêzên Tirkiyê bêyî destûra dewleta Iraqê şermezar dikin û me bi caran ji dewleta Tirkiyê xwestiye ku  van hêzana derxîne û tevî hatina  taxima nuneratiya Tirkiyê bo Iraqê û avakirina komîtên hevpar jibo çavdêriya  ser paşdevekişyana  van hêzana, rayedarên Enqerê hela jî naxwzain hêzên xwe ji vî welatî derxînin.

Li gorî rapora ISNA`yê,  Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê li hevpeyvîna  taybet tev Yeuro News`ê meselên curbicur ji wan operasyona  nêzîk jibo azadkirina bajarê Mûsilê ji dest DAIŞ`ê, alûgurên Sûriyê, hebûna eskerên Tirkiyê li axa Iraqê hilkolandin.

Fuad Mesûm Tekez kir: Em hizûra hêzên Tirkiyê bêyî destûra  dewleta Iraqê şermezar dikin. Me pir hewil da  û me bi caran ji dewleta Tirkiyê xwest ku van hêzana  ji Iraqê derxîne heta ku taxima nuneratiyê ya Tirkiyê hate Iraqê û komîteyeke hevpar pêk hat da ku  çavdêriya ser karê paşdevekişyana  hêzan bike lê rayedarên Enqerê hazir nebûne  hêzên xwe derxînin.

Serokkomarê Iraqê li bara  pêşeroja  welatê xwe piştî DAIŞ`ê got: Pêdivî ye  dewsa şer û pevçûnê navbera civakan û komên  curbicur,  aramî û aşitî hebe. Ev kara  teklîfeke mezin e ku rehet jî nîne û hewcedarê karên hûr û kûr û baweriya bo fikra aşitiyê heye. Hingî dikarin  karê vejiyandin û paqijkirina  nîşanên şêr ku beşeke berfireh ji Iraqê kavil kiriye, destpê bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu