IraqNûçeRojhilatanavin
Fûad Mesûm: Biryara parlamentoyê li dijî Destûra Bingehîn a Iraqê ye

Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm di daxuyaniya xwe de ragihand ku biryara parlamentoyê li dijî Destûra Bingehîn a Iraqê ye.
Roja duşemê Parlamentoya Iraqê bi serokatiya Selim Ciburî bi îdîaya ku di hilbijartinê de sextekarî hatiye kirin civiyabû. Parlamentoyê encamên sindoqên derveyê welat û li bajarên wek Enbar, Selahadîn, Nînova û Diyalayê bi îdîaya ku belgeyên sexte hatine bidestxistin gelek navendan hilbijartin betal kiribû.Ofîsa Çapemenî ya Serokomariya Iraqê daxuyaniyek weşand û got: “Parlamentoya Iraqê du roj berê biryar da ku qismek encamên hilbijartinê werin betalkirin û qismek jî ji nû de werin jimartin. Li gor qenaeta me ev biryar li dijî Destûra Bingehîn a Iraqê ye.”
Herwiha Ofîsa Çapemenî ya Serokomariyê di daxuyaniya xwe de ji Lijneya Bilind a Hilibijartinê daxwaz kir ku nêrîna xwe derbarê biryara parlamentoyê de eşkere bike.