IraqNûçeRojhilatanavin
Fuad Mesûm daxwaza piştgiriya zêdetir ji penaberên iraqî kir
Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê roja sêşemiyê li hevdîtina balyozê Awistralyayê li Bexdayê daxwaza piştgiriya zêdetir a civaka cîhanî ji penaber û awareyên iraqî kir.
Li gorî rapora malpera nûçan a El-Ehdê ji Bexdayê, Fuad Mesûm li hevdîtina tev krîstofer Langman got: Iraq pir hewcedarê piştgiriya cîhanî jibo hejmareke zêde ji penaberên iraqî ye. Penaberên ku tê texmînkirin li operasyona azadkirina Mûsilê ji vî bajarî derkevin.
Serokomarê Iraqê got :Me tam bala xwe daye ser azadkirina destxwe ya Mûsilê û kêmkirina xisarên canî û aborî li vê operasyonê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)