IraqNûçeRojhilatanavin

Fuad Mesûm daxwaza piştgiriya zêdetir ji penaberên iraqî kir

Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê roja sêşemiyê li hevdîtina balyozê Awistralyayê li Bexdayê daxwaza piştgiriya zêdetir a civaka cîhanî ji penaber û awareyên iraqî kir.

 Li gorî rapora malpera nûçan a El-Ehdê ji Bexdayê, Fuad Mesûm li hevdîtina tev krîstofer Langman got: Iraq pir hewcedarê piştgiriya cîhanî jibo hejmareke zêde ji penaberên  iraqî ye. Penaberên ku tê texmînkirin li operasyona azadkirina Mûsilê ji vî bajarî derkevin.

Serokomarê Iraqê got :Me tam bala xwe daye ser azadkirina destxwe ya Mûsilê û kêmkirina  xisarên  canî û aborî li vê operasyonê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu