NûçeRojhilatanavinSûriye

Hêzên Sûriyê kontrola zêde ji 40 dekelên niftê li Reqayê ji destê DAIŞê derxistin

Hêzên dewletî yên Sûriyê kontrola zêde ji 40 dekelên niftê li parêzgeha Reqayê ji destê terorîstên DAIŞê derxistine.

 Li gorî rapora ajansa nûçan a Tasê ji Himsê,  ev meseleya endazyarekî niftê ku berpirsê destpêkirina  berhemanîna niftê li parêzgeha Reqayê ye  nav koma  nûçaguhnan xist rojevê.

Elî Îbrahîm got: Ji destpêka Hezîranê ve dewleta Sûriyê kontrola zêde ji 40 navendên pompaja niftê bi dest xistiye.  Piştî ku  riyên  bidestxistina van  pompan ji maynan hatin paqijkirin, ev pomp jibo temîratê dê werin guhestin bo bajarê Hemayê. Piraniya  bîrên niftê jî heya dawiya  Tîrmehê dê xebata xwe destpê bikin.

Li gorî gotina wî piraniya dekelên  niftê ji aliyê terorîstan li dema  paşdevekişyana  ji navçê teqîn. Ji dema  destpêbûna  operasyona  hêzên artêşa Sûriyê li Reqayê li destpêka meha Hezîranê terorîst li navçên  niftzêm ên vê parzêgehê rastî zexteke zêde hatine . Artêşê kariye kontrola meydanên niftê yên El-Remîlan, El-Sewre û El-Wehbê û hin meydanên  niftê yên din bidest xist.

Li gorî gotina  vî endazyarê sûrî, terorîstên DAIŞê li parzêgeha Reqayê bi awayekî berfireh niftê berhem tînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu