IraqNûçeRojhilatanavin

Li rojavaya Bexdayê teqîn qewimî

Çavkaniyeka agehdar li polîsê Iraqê ragihand li dû teqîna bobmeyekê ku li nêzîkî bazareka herêmî li navça El Rizwaniyê li rojavaya Bexdayê hatibû danîn, herîkêm 4 kesên sivîl birîndar bûn.

li gorî rapora roja pêncşemiyê ya Sumeriye News`ê, hêzên ewlehiyê yên Iraqê, cihê qewimîna teqînê xistine bin kontrola xwe û birîndaran veguhestine nexwaşxanê.

Di encama operasyona hêzên Heşda Şeibî yên li Iraqê li navçeya El Hewîce ya li başûrê rojavaya  Kerkûkê li bakûra Iraqê de, heft terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin.

Di encama êrişa şemiya buhurî ya terorîstan ser hêzên gerok yên Heşda Şebî li nêzîkî Hewîcê de, kesek hate kuştin û şeş kesên din jî birînar bûn.

Navçeyên başûr û rojavayê Kerkûkê ketine ber êrişên berbelav ên paşdamaiyên DAIŞ`ê û xwe li hin veşartgehan veşartine.

Başa dön tuşu