IraqNûçeRojhilatanavin

Opêrasiyona azadkirina girava Xalidiyê li rojavaya Iraqê dest pê bû

Çavkaniyên iraqî ragihandin ku opêrasiyona azadkirina girava Xalidiyê li rojavaya vî welatî ji sê aliyan va dest pê bûye.

Fermandarê opêrasiyona El-Cezîre û Badiyê li parêzgeha Enbarê, Elî Ibrahîm Denûn got ku opêrasiyona azadkirina rojhilata Remadiyê li rojavaya Iraqê ku girava Xalidiyê, Bubalî û Bûebîdê digire ber xwe bi beşdariya artêş, polîsê herêmî, hêzên Heşdi Şeibî, eşîrên vê parêzgehê û polîsê fêdêral ê Iraqê ji sibeha roja şemiyê va dest pê bûye.

Elî Ibrahîm Debûn her viha got: Hêzên ewlehiyê did estpêkê da opêrasiyona paqijkirina girava Remadiyê û navçeyên girêdayî bi wê li bakûrê rojavaya parêzgeyha Enbarê bi armanca parastina canê malbatên aware dest pê kirin.

Her viha Elî Dawûd serokê konseya bajarê xalidiyê li parêzgeha Enbarê roja îniyê ragihandibû ku amor û alavên leşkerî ji bo azadkirina girava Xaklidiyê gihîştine.

Destpêkiirna opêrasiyona azadkirina girava Xalidiyê çend saetann piştî kuştina 13 serkirdeyên DAIŞ`ê ji wan cîgirê Ebubekir Bexdadî, serkirdeyê sereke yê koma têrorîst a DAIŞ`ê ji aliyê artêşa Iraqê di encama bombarana ciyê kombûna wan li bajarê Qaimê yê girêdayî bi parêzgeha Enbarê li rojavaya Iraqê hatiye plandarêştin.

Girava xalidiyê pêgeha herî dawiyê ya koma têrorîst a DAIŞ`ê li rojhilata Remadiyê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu