IraqMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

DAIŞê 28 ciwan îdam kir

Hate gotin ku rêxistina DAIŞê li navçeya Hewîceyê 28 ciwan îdam kiriye.

Rêveberê Polîsên Qeza û Nahyeyên Kerkûkê Serhed Qadir ragihand, “Îro danê sibê (14-12-2016) rêxistina DAIŞê li navçeya Hewîceyê 25 kes îdam kirin, ku hemû jî leşkerên berê yên Artêşa Iraqê bûn. Herwiha, 3 ciwanên din jî kuştin ku wan ciwanan xwestibû ji herêmên bin desthilata DAIŞê birevin.

Qadir diyar kir, ku kuştina van kesan ji bo çavtirsandinê ye û got; “Ji box elk ji ber wan nereve û hevkariya wan bike, komkujiyên waha dikin.”

Navçeya Hewîceyê dikeve başûrê rojavayê Kerkûkê û 55 kîlometreyan ji bajêr dûr e. beriya niha hejmara nîştecihên vê navçeyê 400 hezar kes bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu