CîhanNûçeRojhilatanavinSûriye

Esed û Madoro alûgurên Sûrîye û Vênêzoêlayê hilkolandin

Bişar Esed serokomarê Sûrîyê li peywendîya bi rêka telefonê tev Nîkolas Madoro serokomarê Vênêzoêlayê, tevî hilkolandina alûgurên herî dawîyê yên her du welatan pêkutî kir, bêguman destwerdanên derveyî bi armanca lawazkirina her du welatan bi hegera pêbendîya Sûrîyê û Vênêzoêlayê li serwerîyê, qebûlnekirina sîaysetên welatên rojavayî û hevpeymanên wan û seratirzanîna berjewendîyên gelê her du welatan li hemberî berjewendîyên welatên rojavayî ye.

Esed li vê peywendîya têlêfonî got: Tişta ku li van du welatan diqewime berdêla pêbendîya Şam û Karakasê li serwerîyê û qebûlnekriina ferman û sîyasetên welatên rojavayî û hevpeymanên wan e.

Serokomarê Vênêzoêlayê jî ji ber destkevtên artêşa Sûrîyê li têkoşîna dijî têrorîsmê pîrozbahî li Bişar Esed û gelê vî welatî kir û got ku ev destkevtana yek ji encamên berxwedana qaremanane a sûrîyan in û yêketîya wan li hemberî qeyrana ser vî welatî sepandî da isbat kirin.

Madoro jî hêvî kir ku ewlehî û istiqrar bizvire Sûrîyê û li ser piştgirîya welatê xwe ji gel û hikûmeta Sûrîyê sekinî.

Esed jî qedrê serokomarê Vênêzoêlayê û vî welatî ji ber helwestên piştgirîya ji Sûrîyê girt. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu