CîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin

Gel û çalakên siyasî yên Sûdanê ji daxûyaniya artêşa vî welatî derbarê bidestxistina desthilatê nerazî ne

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Anatoliyê ya ser bi dewleta Tirkiyê, Dijberên dewleta Sûdanê daxûyaniya artêşê red kirin û daxwaza dewama nerazîtiyan heta bidestxistina maf û daxwazên rewa yên gelê vî welatî kirin.

Civata pêşeyên teknîkî û partiyên dijber ên Sûdanê bi dxûyaniyeek hevpar ragihandin ku li dijî darbeya leşkerî ne ku dê bibe sebeba dewama qeyranê li Sûdanêû û daxwaza radestkirina desthilatê bo dewleta medenî ne.

Di vê daxûyaniyê da hatiye: El Beşîr bi darbeya 1989an bû desthilatdar û l pey wê qeyrana siyasî ya Sûdanê dest pê bû; Loma çareserkirina qeyranê tenê bi radestkirina desthilatê bo dewleteke ne-leşkerî pêkan e.

Umer El Beşîr ku di sala 1989an da bi darbeya dijî Sadiq El Mehdî serokwezîrê wê demê bû desthilatdar, roja Pêncşemiyê anku duh piştî sê dehikan bi darbeya artêşê ji kar hat wêdadayînê.

Artêşa Sûdanê roja Pêncşemiyê bi daxûyaniyekê ku Ewez bin Ewf Wezîrê Berevaniyê yê vî Sûdanê ew xwend, wêdadayîna Umer El Beşîr serokomarê vî welatî piştî 30 salan desthilatdariyê piştrast kir û sê mehan rewşa awarte û mehekê sînordariya hatûçûnê li Sûdanê ragihand.

Wezîrê Berevaniyê yê vî Sûdanê  her wiha qala damezirandina Konseyeka leşkerî ya Veguehstina Desthilatdariyê kir û got: Ev konse dê bi qasî du salan rêvebiriya karan li Sûdanê bigire destê xwe.

Qeyrana li Sûdanê ji rja 19ê Kanûna 2018an bi nerazîtiyên gelanî li dijî rewşa xerab a abûrî û zêdebûna bhayê kelûpelan bi taybet bihayê nan û ardûyê dest pê bû û bi destwerdana hêza leşkerî û hewildana wan jibo serkutkirina neraziyan û hatina partiyên siyasî û şopandina daxwazan ji wan zêdekirina azadiyên siyasî, berûlayên siyasî, abûrî û ewlehiyê ya vê qeyranê berfirtehtir bûn.

Artêşa Sûdanê Umer Al Beşîr ji hemî postan wêde daye û kabîna vî welatî jî hilweşandîye.

Zêde ji 100 endamên Partîya Kongira Netewî ya Sûdanê ji hêla hêzên ewlehîyê yên ser bi Artêşê va hatine girtinê. Navenda Radyo û Televîzyona Sûdanê jî ji hêla Artêşa vî welatî va hatîye dorpêçkirinê.

Artêşa Sûdanê herwiha geştên esmanî yên Balafirgeha Navnetewî ya Xartûmê rawestandin û ten rê tê dayîn ku balafir dakevin.

Li gorî nûçeyan gel pêgirî dike xwenîşandana xwe heta bidestxistina encamên baş bidomîne.

Başa dön tuşu