CîhanEwropaNûçe

Gelê Amerîkîyan ji karên Trump nerazî ne

Li gorî encamên rapirsîya nû li Amerîkayê, sedî 51`ê gelê vî welatî ji karên Serokomarê Amerîkayê Donald Trump nerazî ne.

Rojnama Wall Street Jornalê îro encamên rapirsîya hevpar a vê rojnamê û Kanala Nûçan a NBC`yê weşandin û nivîsî ku tenê sedî 46`ê amerîkîyan Serokomarê vî welatî dihebînin.

Li gorî rapora Rojnama Wall Street Jornalê, pirranîya amerîkîyan di 19 rapirsî ji 20 rapirsîyên ku ji destpêka serokomarîya Trump ve têkildarî karên wî hatine lidarxistinê, gotine ku şêwaza karê wî wekî Serokomarê Amerîkayê qebûl nakin.

Li gorî encama rapirsîya Rojnama Wall Street Jornalê sedî 55`ê kesên serbixwe yên pişkdarê rapirsîyê dijî şêwaza karê Trump in di halekî da ku berê sedî 48`ê pişkdaran dijî wî bûn.

Rojnama Wall Street Jornalê û Kanala Nûçan a NBC`yê ew rapirsîya ji 28`ê Nîsanê heta 1`ê Gulanê lidar xistine û di rastîyê de yekem rapirsî piştî belavbûna rapora Robêrt Molêr Lêgerê Taybet ê Dosîya Lihevkirina Trump û Ûrisan di hilbijartinên sala 2016`an di 18`ê Nîsanê da ye.

Başa dön tuşu