FilistînNûçeRojhilatanavin

Îtirafa Rejîma Siyonîstî bi bêgunehiya nucewanê filistînî

Artêşa Rejîma Siyonîstî îteraf kir, ew nucewanê filistînî ku bi tawana `Kevir avêtinê` şehîd bûye, bêguneh bûye û bi şaşitî ketiye ber hedefa êrişa gullên eskerên wan.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Firansayê, Rejîma Siyonîst şeva bihurî êrişî ser birek ji filistîniyan kir ku li encama vê êrişê cewanekî 15 salî ser navê Mehmûd Bedran şehîd bû.

Berdevkê artêşa Rejîma Siyonîstî îro sêşemê îtiraf kir ku gor lêkolînên ku hatine kirin, birek ji xelkê Filistînê bêguneh ketine ber hedefa êrişa eskerên wan.

Wî ragihand ku ev nucewanê filistînî ku şehîd bûye jî hema bi bêgunehî hatiye kuştin.

Li gorî rapora medyayên filistînî, ji bilî vî şehîdî 4 kesên din ên filistînî jî ketine ber hedefa êrişên artêşa Rejîma Siyonîstî û birîndar bûne.

Pêştir Rejîma Siyonîst îdia kiribû ku eskerên wan êrişî ser du mêrên filistînî kirin ku pê kevran û bombên destçêkirî êrişî ser eskerên wan kirin.

Rejîma Siyonîst îdia kiribû ku ev du welatiyên filistînî hatine girtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu