CîhanNûçeRojhilatanavin

Serokê Misirê yê berê Mubarek dê were berdan

Hat ragihandin ku Serokê Misirê yê berê Hunsî Mubarekê dê ji nexweşxaneta leşkerî ya ku ev hefteyeke tê de hatibû girtin dê were berdan.

Piştî kudadgehê biryar da ku Serokê Misirê yê berê Husnî Mubarek di doza kuştina xwenîşanderan de bêtawan e, Serodzgerê Giştî yê Misrî Nebîl Sadiq îro duşemê biryara dadgehê ya berdana Mubarekî qebûl kir.

Çavkaniyên nêzîkî malbata Mubarekî diyar kir ku tê pêşbînkirin, serokê berê di nava rojekê yan du rojan de ji nexweşxaneYê derkeve û biçe mala xwe ya li herêma Misira Nû ku heman mal e ya di dema serokatiya xwe de lê dima.

Hêjayî gotinê ye ku dadgehê biryar dabû ku serokê berê Muhemed Husnî Mubarek ji doza ku kuştina xwepêşanderan teşwîq kiribû bêtawan e û ev biryar biryareke dawî ye ku nayê betalkirin.

Parêzer jî li ser pirsyara bê gelo Mubarek dê îro were berdan an na, wiha got: Na, yan sibe yan jî dusibe.”

Mubarek di ‘serhildana erebî’ ya sala 2011an de ji desthilatê hatibû xistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu