ÎranNûçeRojhilatanavin

Gelê Îranê îsal jî dê cejna salvegera Înqilaba xwe li nav kolanan li dar bixe

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Duşemiyê bi şev ji rêvebirên amerîkî ku pêştir ragihandibûn dê gelê Îranê çilemîn salveghera serketina Înqilaba Îslamî nebîne, got: Gelê Îranê îsal jî dê cejna salvegera Înqilaba xwe li nav kolanan li dar bixe.

Li gorî rapora IRNAyê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî li nav koma zana û melayên sune û şîe yên parêzgeha Gulistanê li bakurê Îranê, got: Ji destpêka serketina Înqilaba Îslamî va heta niha dijminan hertim bi komployên cûrbicûr dil hebûne ku derbeyê li Înqilaba Îslamî xînin û ev gelê Îranê bûye ku bi agahî û hişyariya gelê Îranê tevahiya nexşeyan pûç bûne.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi pêgiriya li ser vê yekê ku rêya serketin û bextewariyê şopandina rêya Pêxemberê Ekrem (S) ye, got: Gelê Îrqanê hertim bi berxwedana xwe dijmin têk birine.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî pêştir jî bi pêgiirya li ser vê yekê ku gelê Îranê li hemberî destdirêjker û zorbêjan nema bejna xwe tewandiye û dê neteweîne, destnîşan kiribû ku îranî li şerê Iradeyan, dê li hemberî Amerîkayê bi ser kevin.

Başa dön tuşu