ÎranNûçeRojhilatanavin

Gelê Îranê yê di roja 22`yê Behmenê da bersiva gefên Amerîkayê bide

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê got: Gelê Îranê yê di roja 22`yê Behmenê (10`ê Sibatê) da bersiva gefên Amerîkayê bide.

Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî rêberê qedirgiran ê Inqilaba Islamî ya Îranê îro li hevdîtina tev fermandar û personelên hêza hewayî û biryargeha pedafenda hewayî yên artêşa Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Serokomarê nû yê Amerîkayê bi gotin û kiryarên xwe, gotinên 38 salan ên Îranê li bara gendelîya giştalî li hikûmeta Amerîkayê, bi eyanî raxistin ber çavên raya giştî.

Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî bal kişand ser gotinên serokomarê Amerîkayê li bara pêwîstîya sipasîya Îranê ji dewleta buhurî ya Amerîkayê û got: Dewleta buhurî ya Amerîkayê bi nêta feleckirina pergala islamî, boykotên giran li dijî Îranê sepandin û helbet negihêşt vê armancê çawan ku tu dijminekî din jî yê nekare derbê li vî gelê mezin bide.

Di vê hevdîtina fermandar û personelên hêza hewayî û biryargeha pedafenda hewayî yên artêşa Komara Isamî ya Îranê de ku di salroja beyeta dîrokî ya efserên hêza hewayî ya Îranê ligel hezretê imam Xumêynî (rehmeta Xwedê lê be) di 8`ê Sibata 1979`ê da pêk hat, rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ew beyeta “bûyereke dîyarker“ di dîroka Inqilaba Islamî da binav kir û got: Hêza hewayî ya artêşê di serdema rêjîma taxût (rêjîma pehlewî) da yek ji beşên herî nêzîk ên pergala sîyasî ya kirêgirtîyê Amerîkayê bû û li tu halî qet fikir nedikir ku derba herîgiran ji vê beşê bixwe.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê li dawîyê pêkutî kir ku pêbawerîya li şeytanan û hêvîdarîya li kesên ku dijî esasa hebûna pergal û hakimîyeta islamê ne, şaşitîyeke mezin e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu