CîhanErebîstanEwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Gelên Îtalî firotina çek û sîlehan bo Erebistanê protesto kirin û xwe alê Yemen danin zaninê

Çalakên warê siyasî û mirovaniyê yên îtalî, daxwawa rawestandina derfirotina çek û amûrên eskerî yên vî welatî bo Erebistanê kirin.

 Li gorî rapora IRIB News`ê, hejmarek ji çalakên îtalî li ber fabrîka çek û sîlehan li girava Sardenyayê kom bûn û dewam firotina bombeyên berhema vê fabrîkeyê bo Erebistanê şermezar kirin û daxwaza rawestandina derfirotina çekên eskerî yên vî welatî bo Erebistanê kirin.

Xwenîşaderan bi nîşandayîna hin wêneyan ji cinayeta siûdiyan li dijî zarokên yemenî dewama bêdengiya rayedarên welatên rojavayî li hember vê tevkujiyê rexne kirin.

Li gorî vê raporê Cûlya, Mûy nûnera îtalyayê li parlemana Ewrûpayê ku ji neraziyên  firotina çek û sîlehên eskerî bo Erebistanê ye got: Dewleta Îtalyayê bi micidî rawestandina  derfirotian  çekêîn eskerî bo Erebistan û Îmaratê bişopîne ji ber ku dewletên ewrûpî ji wan Îtalya çavên xwe ser kuştina xelkê sivîl de girêdane.

Emerîka, Brîtanya, Îtalya û Almanya ji welatê sereke yê firoşerê çek û sîlehan bo Erebistana siûdî ne û çekên ku ev welatan difroşin dewletz siûdî li şerê li dijî Yemenê tên xebitandin.

Encama vî şerî heya niha xêncî ji navçûyîna  zêde ji sedî 80 binavhiyên  Yemenê, kuştin û birîndarbûna bi dehan hezar yemeniyan ji wan kuştina  zêde ji 1200 zarokan bû.

Neraziyan li welatên curbicur ji wan li Îtalyayê bi lidarxistina  xwenîşandanên  curbicur  raghandin ku welatên  rojavayî ji riya firotina  çek û sîlehan û piştgiriya  îstixbaratî şirîkê cinayeta Erebistanê  li dijî Yemenê ne.

Başa dön tuşu