IraqNûçeRojhilatanavin
Gelo di nava 5 mehan de çend terorîstên DAIŞê hatin kuştin

Berdevkê Wezareta Karê Hundir ya Iraqê ragihand k udi 5 mehên derbasbûyî de hêzên polês sê hezar û 436 çekdarên DAIŞê kuştine.
Berdevkê Wezaretê Saad Maan di daxuyaniyeke çapemeniyê de agahî da ku di operasyonên li hember DAIŞê de, hêzên polês yên federali kontrola 316 gund û şaran bi dest xistine. Her weha li gor heman daxuyaniyê 283 aahiyên ku bombe di wan de hatibûn bi cî kirin, hêzên wan paqij kirine û 181 kavilk ji holê rakirine.
Saad Maad derbarê hejmara kuştiyên DAIŞê de jî ev agahî dan; “Ji destpêka sala 2016an heta 31ê Adara heman salê, sê hezar û 436 çekdarên DAIŞê kuştine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)