ÎranNûçeRojhilatanavin

General Wehîdî: DAIŞ di halê bicihbûna li Asyaya Navîn da ye

Serokê Zanîngeha Bilind a Berevanîya Netewî ya Îranê got: Komên têrorîst niha li Efganistan û Asyaya Navînê bi cih dibin.

Serokê Zanîngeha Bilind a Berevanîya Netewî ya Îranê General Ehmed Wehîdî îro di Konfiransa Navnetewî ya Berevanî û Ewelhîya Rojavaya Asyayê li Têhranê da got: Rojavaya Asyayê devereke birîndar û mexdûr ji ber wan qeyranan e ku ji ser sepandina dagirkerî, zorbêjî û têrorîsmê ser vê navçê da hatine sepandinê.

General Wehîdî bal kişand ser ragihandina vekişîna Amerîkayê ji Sûrîyê jî û got: Hê kivş nîne ku Amerîka heta çi astekê vê yekê bike lê, derveyî vê mijarê, Amerîka li Sûrîyê tûşî işkestê bûye û ji rêza welatên çîna yekem derketîye.

Serokê Zanîngeha Bilind a Berevanîya Netewî ya Îranê dîyar kir ku rewş li rojavaya Asyayê çêtir bûye û alûgurên Sûrîye û Iraqê, rêektinama aştîya Yemenê û muzakirên aştîya Efganistanê nîşanên vê çêtirbûnê ne.

General Wehîdî herwiha got: Roja îro tevlîbûneke zêde li Mêhwera Berxwedanê heye û ev Mêhwera roj bi rojê xurttir dibe û karîye serketinên kêmmînak bi dest bixe.

Konfiransa Navnetewî ya Berevanî û Ewelhîya Rojavaya Asyayê îro bi pişkdarîya kesyaetîyên sîyasî, berevanî, ewlehî û hin xwedanhizrên ji Asya û Ewrûpayê li Têhranê destpê bû.

Başa dön tuşu