IraqNûçeRojhilatanavin

Seyid Emar Hekîm bû serokê Hevpeymaniya Reform û ji nû ve Avakirinê ya Iraqê

Serokê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê Seyid Emar Hekîm bû serokê Hevpeymaniya Reform û ji nû ve Avakirinê ya vî welatî.

Malpera nûçeyan ya Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê duh êvarê diyar kir ku Seyid Emar Hekîm bû serokê Hevpeymaniya Reform û ji nû ve Avakirinê ya vî welatî, lê belê ser vê meselê ti hûrgiliyek neweşand.

Piştî hilbijartinên parlemanê li Iraqê Hevpeymaniya Reform û ji nû ve Avakirinê ji sê hevalbendiyên wek Sairûn bi serokatiya Seyyid Muqteda Sedir, Hevalbendiya Nesir bi serokatiya Heyder Ebadî û Tevgera Hikmetê bi serokatiya Seyid Emar Hekîm pêk hat.

Li hemberî vê yekê Hevpeymaniya Avakirinê ji du hevalbendiyên wek Dewleta Qanûnê bi serokatiya Nûrî Malikî û Hevalbendiya Fethê bi serokatiya Hadî Amirî pêk hat.

Hevpeymaniyên hanê ji ber hebûna dijberiyên zav li ber serokwezîriya dubara ya Heyder Ebadî, li ser serokwezîriya Hadî Ebdulmehdî li hev kirin.

Başa dön tuşu