AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Geşatî û ewlehiya Tirkiyê ser qazanca netewî ya Îranê ye

Baylozê Komara Islamî ya Îranê li Enqerê got: Geşatî û ewlehiya Tirkiyê ser qazanca netewî û navçeyî ya Îranê ye.

Muhemmed Îbrahîm Tahiriyanferd baylozê Komara Islamî ya Îranê li Enqerê  li gotûbêja xwe ya îro şemiyê tev ajansa nûçan a IRNA`yê got: Piştî darbeya leşkerî ya işkestxwarî li nav Tirkiyê, dewranekî nû ji peywendî û hevkariyên navçeyî di navbera Têhran û Enqerê da çê bûye.

Tahiriyanfrd destnîşan kir ku pêsparteyeke  taybet a wî wekî baylozê Îranê li Tirkiyê, xebata ji bo berfirehkirina hevkariyên navbera du welatan e.

Tahiriyanferd destnîşan kir; Sefera wezîrê karên derve yê Îranê û sefera serokkomarê Îranê bo Tirkiyê û birêketina civîna 25`an a Komîsiyona hevpar a hevkariyên abûrî yên du welatan li Enqerê ku li çend mehên din dê bi rê keve, hemî nîşana berfirehbûna hevkarî û peywendiyên navbera du welatan in.

Tahiriyanferd bal kişande ser armanca sereke ya karbidestên du welatan ji bo gihandina bihaya tecarî di navbera du welatên Tirkiyê û Îranê bo asta 30 milyard dolarî û destnîşan kir; Her çend li ser meselên navçeyî hinek nakokî di navbera Îran û Tirkiyê da hene lê Îran amade ye hevkariyên xwe yên çend alî tev Tirkiyê zêde bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu