ÎranIraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Gîhandina rêhesina Sûriyê bo Îran û Iraqê, ewlewiyeta Şamê

Wezîrê veguhestinê yê Sûriyê, zeliqandina rêhesina vî welatî li Îran û Iraqê wek ewlewiyeta dewleta Sûriyê raghand.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Elî Hemûd, Wezîrê veguhestinê yê Sûriyê roja îniyê got: Zeliqandina  rêhesinên  Sûriyê, Iraq û Îranê li navça sînorî ya Şelemçê, li başûrê Îranê, dê derbasî qonaxa praktîkî bibe.

Elî Hemûd bal kişand ser pêwîstiya avakirina  hêlên mayî ji rêhesina Iraqê û got: Zeliqandina  rêheina Îran, Iraq û Sûriyê li pêşerojê bi  rêhesina  Asiyaya navendî û her wiha  bi rêhesina  Çîn û Rûsiyê ve bê girêdanê.

Berpirsên  îranî jî bal kişandin ser lezgînkirina cihanîna rêhesina Şelemçê û Besrayê bona kemlandina vê proja çend neteweyî û raghandin: Kemlandina  rêhesina  Sûriyê, Iraq û Îranê xêncî hêsankirina  guhestina  rêwiyan û kelûmelan dê alîkariya guhestina  zirayetkirên çend milyonî yên merasima  Erbeîê jî bike.

Başa dön tuşu