ÎranNûçeRojhilatanavin

Girîngiya soznameya qedexeya giştalî ya ceribandinên navokî

Birêvebirê siyasî û ewlehiya navneteweyî li wezareta karên derve ya Îranê cihanîna soznameya qedexeya giştalî ya ceribandinên navokî girîng nirxand.

Birêvebirê siyasî û ewlehiya navneteweyî li wezareta karên derve ya Îranê, Hemîd Beîdînijad îro duşemiyê, 13`ê Hezîrana 2016`an, li hevpeyivîna ligel IRIB News`ê li Viyenê li kêleka bîstemîn salvegera soznameya qedexeya giştalî ya ceribandinên navokî nasyar bi CTBT`ê got: Divê ev sozname ji bo bisînorkirina berfirehkirina çekên navokî were dîtin û ne tenê ji bo bisînorkirina teqînên navokî ku armanca wan herî bisînor e.

Birêvebirê siyasî û ewlehiya navneteweyî li wezareta karên derve ya Îranê li dewama axaftina xwe da got: Li gorî bawera Îranê armanca sereke ya vê soznameyê bisînorkirina imkana berfirehbûna çekên navokî bi riya qedexekirina gişt cûreyên ceribandinên navokî bû.

Birêvebirê siyasî û ewlehiya navneteweyî li wezareta karên derve ya Îranê her viha got: Ji roja yek em ku ev sozname hat wajokirin me nigeraniya xwe diyar kir ku welatên din nikarin ji bo welatên Rojhilata Navînê û başûrê Asyayê biryarê bidin û Rêjîma Siyonîst wek rêjîma ku ti rewatiya wê tine li ser vê komê bisepînin.

Birêvebirê siyasî û ewlehiya navneteweyî li wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir: Mijara siyasî ya ji aliyê welatên rojavayî û rêjîma Israîlê va hatiye hilêxistin bûye sebeb ku sazûkarên pêwsît li CTBT`yê bi tamî pêk neyên û Koma Rojhilata Navînê û başûrê Asyayê di heyama van bîst salan da nikare were damezirandin û bi fermî hebûna xwe ragihîne û bikare rola xwe li gişt sazûkarên soznameyê bilîze.

Bîstemîn salvegera kemilandina soznameya qedexeya giştî ya ceribandinên navokî di asta wezîran û bi beşdariya deh welatan li Viyenê hat birêxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu