NûçeRojhilatanavin

Girtina 176 dagirkeranê siûdî bi destê Hizbullahê yemenê û hêzên arteşê.

Têkoşerên Hizbullahê yemenê û hêzên arteşê zêde ji 170 dagirkeranê siûdî li wilayeta Beyzayê êxsîr girtin.

Li gorî rapora têlêvîzyona Mesîrê, Têkoşerên Hizbullahê yemenê û hêzên arteşê 176 dagirkeranê siûdî li bajarê Wetiyê girtin.

Li gorî vê raporê, kesên hanê dema vegera ber bi pêgehên xwe li wilayeta Marebê hatin girtin.

Têkoşerên Hizbullahê yemenê û hêzên arteşê, her wiha ciyê kombûna dagirkeranê siûdî li bajarê Waziyê li wilayeta Teizê dan ber rokêtan.

Di encama van êrişan da, hejmarek dagirkeran hatin kuştin û birîndar bûn û 2 maşînên wan jî têk çûn.

Têkoşerên yemenî destpêka vê mehê jî 101 dagirkeranê siûdî li wilayeta Marebê girtibûn. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu