NûçeRojhilatanavinSûriye

Yekem rûbirûbûna hêzên amerîkî û sûrî li rojhilata Humsê

Balafirên cengê yên hevalbendîya amerîkî ya dijî DAIş`ê şeva buhurî bi dû yekem rûbirûbûna bejayî ya hêzên artêşa Sûrîyê û hêzên amerîkî, careka din meqera hêzên sûrî li navenda vî welatî dan ber bombeyan ku di encamê de serbazekî sûrî hat kuştinê û 7 jî birîndar bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, fermandetîya artêşa Sûrîyê ragihand ku di encama êrişa hewayî ya hevalbendîya amerîkî ser meqreke hêzên artêşa Sûrîyê li Cebel Xurabê li rojhilata şarê Palmîrayê li derdora rojhilata Humsê de serbazekî sûrî hat kuştinê û çend kes jî birîndar bûn.

Zêrevanîya Mafên Mirovan a Sûrîyê ser bi neyarên vî welatî ragihand ku hin teqîn li başûra rojhilata çola Palmîrayê li nêzîkî Al Tenfê qewimîn.

Ev êrişa hêzên hevalbendîya amerîkî ser meqera hêzên sûrî li halekî ye ku yekşema buhurî jî balafirên cengê yên amerîkî li bajarokê Al Herîyê li parêzgeha Dêrezorê êrişî hêzên hevpeymanê hêzên sûrî kirin ku 55 kes ji wan 16 hêzên hevpeymanê artêşa Sûrîyê di encamê de hatin kuştinê.

Çavkanîyên meydanî ji ajansa nûçan a Sputnikê re ragihandin ku êrişa hewayî ya Amerîkayê ser meqera hêzên artêşa Sûrîyê piştî wê qewimî ku hêzên sûrî nehêlan sê maşînên hêzên amerîkî ber bi cihekî bicihbûna hêzên artêşa Sûrîyê li devera Al Helbê li başûra Tedmurê va herin.

Başa dön tuşu