IraqNûçeRojhilatanavin

Iraq: Bila welatên cîhanê zarokên têrorîstên bîyanî wergirin

Wezareta karên derve ya Iraqê ji welatên cîhanê xwest ku zarokên têrorîstên bîyanî yên li vî welatî wergirin.

Li gorî rapora malpera Al Neşrê, Ehmed Mehcûb berdevkê wezareta karên derve ya Iraqê li koma nûşegîhanan li Bexdayê got: Em ji hemî desteyên dîplomatîk ên li nav û derveyî Iraqê dixwazin ku welatîyên xwe yên ku dewra cezaya wan kuta bûye û herwiha zarokên têrorîstên ku ceza ser wan de nehatîye birrînê, wergirin.

Heta niha çend jinên DAIŞ`î, ku welatîyên bîyanî bûne ji hêla dewleta Iraqê ve hatine mehkemekirinê û cezaya hepsa hetahetayîyê ji bo wan hatîye kivşkirinê.

Li gorî nûçeyeke din, artêşa Iraqê opêrasyona paqijkirina mêhwera rojhilat a rêya di navbera parêzgehên Dîyale û Kerkûkê destpê kirîye.

Hêzên ewlehîyê yên Iraqê vê dawîyê ji bo dabînkirina ewlehîya cadeya Bexda-Kerkûk û devera Silêman Begê heta parêzgeha Dîyalê opêrasyonek destpê kirine ta ku pêşîya her cure têketina têrorîstan li vê deverê bigirin.

Başa dön tuşu