NûçeRojhilatanavinSûriye

Goreke komkî ya din li nizikiya balafirgeha Tedmurê hat dîtin

Goreke komkî ya din ku têda 31 meyt hatin dîtin li rojhilata bajarê Tedmurê (Palmîrayê) ya Sûriyê hat dîtin.

Li gor rapora ajansa nûçeyan a SANA`yê, Yekîneyên artêşa Sûriyê goreke komkî li rojhilata bajarê Tedmurê dîtin ku bi dehan meytên xelkê bê guneh li wê gornê da bûn.

Bingehekî agehdar got: Çaxê ku artêşa Sûriyê navça başûra rojavaya balafirgeha Tedmurê ji destê terorîstan azad kirin, bi vê gornê hesiyan ku têda 31 meyt hebûn. Di nav vê gornê de meytên 2 zarokan û jinekê jî kete ber çavan.

Li ser wan meytên ku di nav vê gorê da hatine dîtin şûn û esera şikenceyê jî dikeve ber çavan û hatiye ragihandin ku serê birek ji van kesana jê kirine.

Hêzên gelanî yên Sûriyê li meha Adara bihurî jî goreneke komkî ku têda 40 meyt hebûn li bakûra rojhilata Tedmurê dîtin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu