Mafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

Gorekî komî ya qurbaniyên destê rêxistina terorîstî ya DAIŞê li Şingalê hate vekirin

Rêveberê giştî yê pizişkê dadî ya Iraqê Zeyd Ebas ji çapemeniya welat re ragehand, gora komî ya ku li gundê Koço ya sînorê Şingalê hatiye dîtin, bi amadebûna lijneyek lêkolîna navnetewî ve hatiye vekirin. Di nav vê gorê de meytên 500 kurdên êzidî hat dîtin.

Piştî vekêşîna artêşa Iraqê û dagirkirina Şingalê ji aliyê terorîstên DAIŞê ve bi hezaran jin û zarokên kurdên êzdî hatin revandin û hejmarek mezin jî hatin kuştin. Gundê Koço ku nifûsa wê 1700 kes bûn di encama vê dagîrkirinê rastî tevkujiya terorîstên DAIŞê hat.

Koma terorîst a DAIŞê ku bi alîkarî û piştgiriya malî û sîlahî ya welatên rojavayê yên wek Amerîka û hevpeymanên wê yên navçê ji wan Tirkiye, Erebistan û Qeterê cinayetên diltezîn li dijî xelkê Iraq û Sûriyê bi taybet li dijî kuran kirin li sala 2014 gelek ji deverên berfire ên Iraqê ji wan rojava û bakura vî welatî ku Şengal yek ji wan bû dagîr kir û   bi hezaran kes ji xelkê kurd ê êzidî qir kirin û bi hezaran jin û zarokên wan revandin û ji bo veşartina meytên qurbaniyên cinayeta xwe zêde ji 200 gorên komî li deverên curbicur ên Iraqê çêkirin.

Başa dön tuşu