ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotinên rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî li hevdîtina ligel bi hezaran kes ji gelê Isfehanê

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ya Îranê bal kişand ser encama hilbijartinên vê dawîyê yên serokomarîya Amerîkayê û bibîr xist, me tu nirxandinek li bara van hilbijartinan tineye, ji ber ku Amerîka neguherîye û mideha 37 salên buhurî da her kîjan ji du partîyên ku hatine ser desthilatê, tu xêra wan negihîştye belkî hertim zîyana wan giheştîye gelê Îranê.

Hezretê ayetulah uzma Xaminêyî rêberê giranqedir ê Înqilaba Îsalmî ya Îranê vê sibê li hevdîtina ligel bi hezaran kes ji gelê Isfehanê ediland ku berovajî hin kesan ku ji ber encama hilbijartinên serokomarîya Amerîkayê şîn girtine û hin kesan jî şayîyê dikin, em ne şînê digirin û ne jî şayîyê dikin, ji ber ku jibo me ferq nake û tu dilgiranîya me tineye û ji kerema Xwedê teala, em jibo sekinîna li hemberî her bûyereke ihtimalî jî amade ne.

Rêberê giranqedir ê Înqilabê bal kişand ser mijarên têkildarî pirsgirêk û rastîyên nava civaka Amerîkayê ku li rikeberîyên hilbijartinên serokomarîya Amerîkayê hatin hilêxistinê û got: Kesê ku wekî serokomarê Amerîkayê hat bijartinê, dema rikeberîyên hilbijartinan got, diravê ku me di van çend salan da jibo şêrr xerc kir, heke me jibo nava Amerîkayê xerc bikira, me yê bikarîya vî welatî du caran jinûve ava bikin, gelo ew kesên ku bala xwe dane ser wê xala xeyalî, wateya van gotinan fem dikin?

Hz. ayetullah uzma Xamineyî bal kişand ser meselên ku li dema kempînên hilbijartinê li Amerîkayê hatine hilêxistin ên derheq hebûna wêranî, belengazî û pirsgirêkên zav li vî welatî de û got: Amerîka li van salên dawiyê diravê xelkê vî welatî li şerên bêşerafetane xerc kir ku encama wê qirkirina bi dehan hezar kes ji xelkê sivîl û jinavbirina binavahiyên welatên Efxanistan, Iraq, Lîbya, Sûriye û yemenê ye.

Hezretê ayetulah uzma Xaminêyî pêgîrî kir, rastîyên ku li rikeberîyên hilbijartinên serokomarîya Amerîkayê hatin hilêxistinê, di van salan da hertim hatine hilêxistinê, lê hinekan nedixwestin ku wan bipejirînin û got: Wateya besîret anku dîtin û naskirinê ew e ku hûn bizanin kî li pêşberî we ye û ew li bara we çi difikire û heke hûn çavên xwe girêdin, ewê bêşik derbê li we bide.

Rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî desnîşan kir ku heke bijare û berpirsên pilebilind li warên sîyasî, aborî û çandî û rewanî qahîm bin, tu xeterek ji welêt re namîne û got: Gelê Îranê nemaze ciwan divê şînbûn û geşbûna bimbarek a morala inqilabî bidomînin ji ber ku mesela sereke ya welêt ne hin gengeşe û nîqaş û haykûf in belkî parastina moralê û helwesta inqilabî ye.

Hezretê ayetulah uzma Xaminêyî li warê zanistê jî, aborîya ser bingeha berxwedanê, pêşketina zanistî, yêketî û hevgirtina navxweyî pêwîst zanîn û ediland ku ceribandinên curbicur di rastîyê da warek jibo naskirina xalên lawazîyê û nehîştina wan û veguhertina wan bo xalên bihêzbûnê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu