CîhanNûçeRojhilatanavin

Li Filîpinê lehî: Bi dehan kes jiyana xwe ji dest danin

Sazîya Hawargiheştin û Xilaskirinê ya Fîlîpînê ragihand ku 56 kesî di encama rabûna lehîyê û qelişîna erdê da li rojhilata vî welatî da canê xwe ji dest dan.

Sazîya Hawargiheştin û Xilaskirinê ya Fîlîpînê di rapora xwe da herwiha ragihand: Di encama rabûna lehîyê û qelişîna erdê li vî welatî da herîkêm 22 hezar kes aware û 11 kesjî bêserûşûn bûne.

Ji pêncşema buhurî ve pêleke barana guj rojhilata Fîlîpînê girtîye ber xwe.

Di encama barîna barana guj li deverên rojhilata Fîlîpînê da lehî rabûye, erd qelişîye û bi hezaran geştên esmanî hatine ibtalkirin û yan jî mane derengîyê.

Başa dön tuşu