NûçeRojhilatanavinSûriye

Gorneka komkî bi 1500 meytan li Reqeya Sûriyê hate dîtin

Serokê Yekîtiya Pizişkên Reqayê, ji peydakirina gorneka komkî ku têde 1500 meytên ji bombebarana hevalbendiya amerîkî li vî bajarî mane, agahî da.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya IRNA`yê, Cemal Îsa, serokê Yekîtiya Pizişkên Reqayê, li hevpeyîvîna bi rojnama Sûrî ya El Wetenê ra her wiha got: Hemî rojê cinayetên zêdetir ji koma terorîst a DAIŞ`ê û hevalbendiya neqanûnî ya welatên rojavayî ya bi serokatiya  Amerîkayê li bajarê Reqayê li bakûra Sûriyê tên dîtin.

Îsa destnîşan kir: “Piştî ku hevalbendiya amerîkî, koma terorîst a DAIŞ`ê ji Reqê veguhest, ev bajara bi awayekî bêarmanc da ber bombeyan ku di encamê de sedî 85`ê vî bajarî bi tamî kawil bû”.

Serokê Yekîtiya Pizişkên Reqayê, herwiha got: “Heya niha meytê 4 hezar şehîdan li gornên komkî peyda bûne ku divê meytên ku li bi destê xelkê bajêr li hewşên malan jî hatine binaxkirin, li vê hejmarê werin zêdekirin”.

Amerîka, Îngilistan û Fransayê bi mihaneya şerê dijî komên terorîst bi awayekî neqanûnî, li Sûriyê ne. Hebûna Amerîkayê û hevgirtiyên wê li Sûriyê bi mihaneya şerê dijî terorîsmê li halekî ye ku ev welatana pêkhîner û piştgirên sereke yên terorîstan li Sûriye û Iraqê ne.

Başa dön tuşu