IraqNûçeRojhilatanavin

Gorneka komkî li parêzgeha Selahedîna Iraqê hate dîtin

Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê ji peydakirina korneka din a komkî ya li bajarê Tirkmantêde yê Tûzxûrmatoyê li parêzgeha Selahedînê li bakûra Iraqê agahî dan.

Li gorî rapora IRNA, hêzên hevpar ên artêşê û Heşda Şebî ya Iraqê, roja çarşemiyê di encama operasyona paqijkirina navçeyên derdora Tûzxûrmatoyê de, gorneka din a komkî ku têde 20 meyt hebûn û meytê hemiyan yên kesên sivîl ku bi destê endamên DAIŞ`ê hatibûn kuştin û îdamkirin bûn.

Berî niha jî Rakan Seîd El Cibûrî, parêzgarê Kerkûkê ragihandibû ku gorneka komkî ku meytên bi dehan leşker û kesên sivîl ên iraqî tê de bûn, li Kerkûkê hatiye dîtin û got: Eva gorna komkî ya 14`an e ku li vê navçê hatiye dîtin.

Hêzên iraqî di van mehên dawiyê de û piştî şikesta DAIŞ`ê, bi dehan gornên komkî li vê navçeyê peyda kirine.

Hêzên Pêşmergeyên Kurd û Heşda Şebî ya Iraqê Cotmeha sala 2014`an 45 gundên bajarê Tûzxûrmatoyê azad kirin û bi vî awayî ev bajara bi tamî ji destê endamên DAIŞ`ê istandin.

Di eynî demê de, Ebdulsetar Bêreqdar, berdevkê Konseya Bilind a dadwerên Iraqê li daxuyaniyekê ragihand: Rayedarên ewlehiyê li bajarê Nasiriyeya navenda parêzgeha Zîqarê, pakêteka teqandinê peyda kirin û ev ji nav birin.

Endamên koma terorîst a DAIŞ`ê ji xwe mukur hatin ku li bajarê El Bûkemalê li rojhilata Sûriyê, karên terorîstî yên wek bombebarkirina trombîlan bona êrişa ser parêzgehên başûrî yên Iraqê cih dianîn.

Bi azadkirina bajarê Bûkemalê li Sûriyê li 19`ê Mijdara 2017`an bi destê artêşa vî welatî, mêhwera Berxwedanê û piştgîriyên bibandor ên Komara Îslamiya Îranê, dosya koma terorîst a DAIŞ`ê li Sûriye û Iraqê hate girêdan.

Başa dön tuşu