CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Gotinên rêber ê Cihana Îslamî Hezretê Seyyid Îmam Xamineyî li hevdîtina digel serokomarê Endonizyayê

Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê cihana Îslamî pevçûnên heyî li navçeya rojavaya Asyayî tiştek sepandî û li ser esasa armancên qirêj ên derveyî da zanîn.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya nivîsgeha rêber Hezretê Seyyid Îmam Xamineyî, hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê cihana Îslamî roja çarşemiyê li hevdîtina digel Coko Vîdodo serokomarê Endonizyayê tevî sipasiya ji helwêstên Endonizyayê li bara mijara Filsitînê, got: Gellek ji van qeyranan bi armanca jibîrbirina dijwartirîn qeyranan navçeyê û mijara sereke ya dinyaya îslamê yanê Filsitînê pêk hatine, li halekî ku divê em rê nedin ku ev yekl ji bîr bibe.

Rêberê giranqedr ê cihana îslamî tevî sipasiya ji kesayetiya nasyar a Sokarno û rola wî li damezirandina konfêransa Bandongê ku bingeha sereke ya pêkhatina Tevgera Qeydnenasann bû, bi bîr xist: Roja îro jî helwêstên siyasî yên Endonizya û Komara Îslamî ya Îranê li civatên navneteweyî nêzikî hev in.

Hezretê ayetullah Xamineyî nêrîna Komara Îslamî ya Îranê nêrîneke li ser esasa biratî û hevkariyê da zanîn û tevî amajeya bi pêşketinên baş ên vî welatî li warên cûrbicûr da, got: Komara îslamî ya Îranê jî derfetên xwe yên zêde li beşên cûrbicûr ên aborî û çavkaniyên binerdî û madenî heye û em bawer in ku welatên îslamî divê berovajî xwesteka dijminan, hevdu xurt bikin û xwe ji nakokiyan dûr bikin.

Hezretê Seyyid Îmam Xamineyî bal kişande ser derfetên zêde yên du welatan û tevî pêgiriya li ser zêdekirna danûstandin û hevkariyên cûrbicûr ên aborî, siyasî û çandî , bi bîr xist: Komara îslêamî ya Îranê pêşketin û serfiraziya Endonizyayê wek welatekî misilman û bi gelheya zêde babeta şanazî serfiraziya umeta îslamî dizane.

Hezretlê ayetullah Xamineyî asta jêrîn a danûstandinên aborî yên Îran û Endonizyayê hêja û li gorî derfetên cûrbicûr ên du welatan nezanî û destnîşan kir: Divê bi diyarkirina qonaxên demî, asta danûstandinên aborî heta reqemêîn wek 20 miliyar dolarî zêde bibe.

Coko Vîdodo serokomarê Endonizyayê jî li vê hevdîtinê armanca sefera xwe ya bo Îranê berfirekirina peywendiyên aborî bi taybet li warê ênêrjiyê da zanîn û her viha got: Me gotûbêjên kêrhatî digel dewleta Îranê hebûye.

Serokoamrêî Endonizyayê li bara mijara Filsitînê destnîşan kir: Endonizya xwe sozdara mijara Filistînê dizane û ji serêxwegirtina mafê gelê Filsitînê berevaniyê dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu